"Me bi saya şehîdên dayîn Şengal rizgar kir"
Yek ji şahidên fermana Şengalê Fermandarê HPG’ê Ehmed Bagok ragihand ku di fermana Şengalê de dîsa xiyaneta PDK’ê derket holê û got: “Dema ku me di navend û taxên Şengalê de şer dikir, Mesûd Barzanî pişta xwe dida Şengalê û poz dida kamerayan. Me bi saya şehîdên ku dayîn bi hezaran gelê Êzidî û Şengal rizgar kir.”
ROJNEWS/ ŞENGAL
Dîroka Mirovahiyê bi êşan dagirtiye. Her çiqas hinek ji van hatibin ji bîr kirin jî, ev êşane giraniya xwe di dilê civakê de didin hîs kirin. Fermana Şengalê yek ji van a herî mezin bû. Yek jî fermandarê HPG’ê Ahmed Bagok ku ji despêkê ve cihê xwe di nav şerê Şengalê de girt, çîroka xwe ya hatina Şengalê û heya niha tekoşîna ku li Şengalê dayî ji ajansa me re vegot:
‘Yek jî xiyaneta herî mezin a li Kurdan hatî kirin fermana 73’an bû’
Fermandarê HPG’ê Ehmed Bagok wiha qala çîroka hatina xwe ya Şengalê dike: “Di destpêkê de hemû kesên di fermana Şengalê de jiyana xwe ji dest dayîn û divê rêyê de rêhevalên ku şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim. Dema ku em li Herêmên Parastinê yên Medya bûn, me agahiya fermanê girt. Agahiyên me yên ber fireh li ser fermanê nebûn. Yek jî xiyaneta herî mezin li Kurdan hatî kirin fermana 73’an bû. Ji xwe hêrsek me li hember çeteyên DAIŞ’ê hebû. Eger em xiyaneta PDK’ê lê zêde bikin, êdî ev rewş ne dihat qebûl kirin. Çeteyan hem ji Rojava de hem jî ji Şengalê ve êrîş kirin. Bi valakirina pêşmergeyan a Şengalê re gel bi fermanê re rû bi rû hat hiştin. Hêrseke hemû hevalan li hember vê xiyanetê hebû. Hemû heval ji ber wê di xwestin werin Şengalê. Her kes dixwest were Şengalê şopek di tekoşîna Şengalê de bihêle. Li ser wê pêşniyara hemû hevalan ji bo Şengalê hebû.”
‘Em soza ku me dayî bi cihtînin’
Li ser pirsa gelo we berî niha Şengal nas dikir yan na, Ehmed Bagok wiha got: “Berî niha ti zêde agahiyên min li ser Şengalê nebûn. Lê her şervanek bi felsefeya Rêber Apo dijî, weke erkekê bû ku ji bo şer û parastina gelê Êzidî bihata Şengalê tevlî tekoşînê bibe. Soz û perwerdeya me jî li ser vî bîngehî bû. Em grubek heval hatin Şengalê. Berî niha jî heval hatibûn. 15’ê Tebaxê em gihiştin Şengalê. Dema ku em hatin em bi gelek trajediyan re rû bi rû hatin. Dema ku me vana dît, me ji mirovbûna xwe şerm kir. Heya wê demê ancax tiştek wisan di televizyonan de bihata dîtin. Lê me li vir mirovên ku ji birça mirine bi çavên xwe dîtin. Me hovîtiyek wisan li Şengalê dît. Gelê me yê Êzidî hatibû terkkirin. Gelê Êzidî ji ber ola xwe li ber gelek komkujiyan re derbas bûye. Hinek kesan ji ber berjewendiyên xwe terk kiribûn, heya hîn rastir hatibun firoştin.
‘Berî niha jî me xwest em werin lê PDK’ê got pêwîstî bi we nîne, em hene’
Bagok axaftina xwe bi van gotinan domand: “Berî fermanê, hêzên me yên leşkerî hewldan ku werin Şengalê. Lê hêzên li vir gotin ku emê Şengalê biparêzin, pêwîstî bi kesê nîne û pêşniyara me qebûl nekirin. Lê dema ku çeteyan êrîşî ser Şengalê kir, qaşo bi hezaran pêşmergeyên ku vir di parastin, yek gule ne teqandin, gelek çekên xwe yên giran û sivik bi cih hiştin û reviyan. Ji ber wê bi sedan mirov kirin qurbaniyê çeteyan. Hîna cenazeyê gelekan li erdanin. Lê gelek kesan xwe gihand qontara çiyayê Şengalê. Yê li hember fermanê li ber xwe dan hebûn. Berî ku em werin hêzên YPG’ê korîdorek ji aliyê Rojava ve vekiribûn. Bi vê riyê gelek kes gihand herêmên rizgarkirî. Hem gelê Rojava û hem jî YPG wê demê gelek alîkarî dan gelê Şengalê. Bi hatina me ya vê derê jî gelek pirsgirêk derketin.”
‘Xiyaneta PDK’ê piştre hat vemirandin’
Ehmed Bagok destnîşan kir ku di fermana Şengalê de dîsa xiyanet derket holê û wiha pêdeçû: “Demekê korîdora Rojava hat girtin. Di nûçeyan de di hat gotin ku pêşmerge û PKK bi hevre li Şengalê şer dikin. Ji ber korîdor hatibûn girtin, demekê çek hat xwestin, lê ev nehat qebûlkirin. Carnan bi rêya hewayî ji bo pêşmergeyan çek dihat şandin, lê wan şer nedikir. Lê ji ber pêwîstiyên xwe yên sereke li Şengalê mabûn. Li gel hinek eşîrên Êzidiyan bazar hatibû kirin. Amadekariyên fermanek din dikirin. Çeteyan çar aliyên Şengalê dorpêç kiribûn. Tenê di hinek cihên diyar ên qontara çiyayê Şengalê de hêzên HPG’ê hebûn. Pirsgirêkên me yên cebilxaneyê hebûn. Piştî demekê fermandariyek hevbeş hat ava kirin. Ev fermandarî di navbera hêzên YPG û HPG’ê de hatibû ava kirin. Bi vê fermandariyê dîsa korîdor hat vekirin. Ji berî ku korîdor were vekirin, gelek êrîş çêbûn. Me bi dehan şehîd dabûn. Di aliyê çepê de berxwedanek mezin hebû. Di pêngava Şîlo de jî berxwedanek hebû. Herî dawî ji pêngava navenda Şengalê destpê kir. Pêngava navenda Şengalê 11 mehan dewam kir. Di wê demê de PDK jî hatin navenda Şengalê. Lê di dema pêngavê de dîsan nîşandan ku di xeta xiyanetê dene. Dema ku li Şengalê êrîş çêdibûn, du sê gavan paşve vedikişiyan. Her demê di eniyên paş de di man. Em ji vê ne reviyan. Qet êrîşên çeteyan ne rawestan. Lê ji ber ku me eniyên xwe baş çêkiribûn û berxwedanek mezin nîşan dida, me hemû êrîş têk birin. Me di vê demê hevalên xwe hên hêja winda kir.”
‘Yên xiyanet kiribûn, şerm nedikirin ku li pêşiya kamerayan bûn’
Ehmed Bagok bibîr xist ku dema wan navenda Şengalê rizgarkirî, Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî pişta xwe da Şengalê û poz dida kamerayan û ev gotin kir: “Mesûd Barzanî di got ‘di Şengalê de tenê pêşmergeyên PDK’ê hene’. Kesê ji vê bawer ne dikir. Ji ber ku di navend û taxên Şengalê de me şer dikir. Bê ku şerm bikin ji me di pirsîn ku hunê kengê ji Şengalê derbikevin. Heya ku metirsiyek li Şengalê hebe, derketina PKK’ê ji Şengalê ne gengaze. Heya diviya nîqaşa tiştek wisan nehata kirin. Nêzî 20 gundên Êzidiyan di destê çeteyan debû. PDK li hember pêşniyara hevalên me ya avakirina fermandariyek hevbeş derket. Tiştek ne dikirin, tenê tişta dikirin pilana wê çawa PKK’ê ji Şengalê derbixin bû. Bê ku ti alîkariyek were girtin, me gelek gund rizgarkir û bi giştî ji çeteyan paqij kir. Yên di xwazin rastiya Şengalê fêr bibin, bila werin bibin şahid.”
‘Ya di 3’ê Tebaxê de nekiribûn, di xwestin di 3’ê Adarê de bikin’
Fermandarê HPG’ê Ehmed Bagok axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Herî dawî di sala 2017’an de pêşmergeyên Roj carek din xeta xiyanetê nîşanda û li Xanesorê gelek hevalên me şehîd kirin. Li aliyekê di xwestin Rojava bi fetisînin û li aliyekî din jî di xwestin li kudere cihek azadkirî hebe, wê hovîtiya lê bide bicih kirin. Em ti caran destûr nadin vê yekê. Em destûr nadin ku cihên me rizgarkirî, kesên din têkevinê. Ji dervey PDK’ê li hember xiyaneta PDK’ê ya Şengalê kesê tiştek ne got. Ev fermana 73’an ne wek ti fermandên din bû. Cûdahiya vê fermanê ew bû ku divê yek ji Êzidiyan nemîne, yên di çiyan de jî wê ji têhna bi mirina. Divê em vê rastiyê ji pêş çav winda nekir. Gelek tişt hene ku werin vegotin. Lê tişta ku me di fermanê de dîtî û ya me jiyî, qasî ku neyê vegotin tiştên zehmet bû. Bi saya hevalên meyên şehîd, gelê Êzidî niha xwe azad hîs dike. Bi vê yekê ve hêza leşkerî ya YBŞ’ê hat ava kirin. Hedefên me mezinin û hîna dewam dike. Ji ber ku erka meya li vir xilas nebûye. Nîqaş wisan nabe mijara gotinê jî.”
(rn)